Zirarên topbarana dagirkeriyê li ser gundê Bênê yê Şehbayê

Dewleta Tirk a dagirker vê sibê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya herêma Şehbayê û gundên Tinib û Keştar ên navçeya Şera ya herêma Efrîna dagirkirî, topbaran kirin. Di encama topbarana gundê Bênê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan. Zirarên ku gihaştina mal û milkên welatiyan bi wêne û dîmen hatin belge kirin.

Back to top button