Li Kobanê li dijî êrişan meşeke girseyî hate lidarxistin

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne.
Îro li gelek deverên herêmê li dijî êrişên qirkirinê çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de soza piştgiriya bi hêzên parastina herêmê re û mezinkirina berxwedanê hate dayîn.

Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker gelê herêmê di nava çalakiyan de.

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê, Tevgera Ciwanan, Yekîtiya Jinên Ciwan her wiha bi beşdariya bi hezaran welatiyên Kobanê meşek li dijî êrişan lidarxistin.

Piştî ku meş veguherî mêtingê daxuyaniyek ji aliyê endama Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Nadya Agasî ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide xewna Osmaniya Nû pêk bîne ji ber vê yekê êrişan dike û demografiya herêmê diguherîne.

Hevserokê Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê li herêma Firatê Ferhan Hec Îsa jî sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kir û got:

“Bi sedan welatiyên herêmê di oxira yekîtiya xaka Sûriyê de canê xwe dane, zilm û zor qebûl nekirin.

Gelên herêmê wê bi rêbaza “Şerê gel ê şoreşgerî” li ber xwe bidin.”

Ferhan Hec Îsa diyar kir ew ê li dijî hemû kesên hewl didin tevliheviyê li herêmê çêbikin, bisekinin.

Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo ber NY di roja 25. de bi biryardarî dewam dike

Li aliyê din çalakiya HPC-JIN a li ber avahiya NY li Qamişloyê di roja 25’an de bi beşdariya endamên HPC yên navçeya Dêrikê û bi dehan welatiyên Qamişlo dewam kir.

Ji rêveberên HPC’ê Omer Yûsif li konê çalakiyê axivî û got:

“NY bi bêdengiya xwe a li hember van sûcan piştgiriya dewleta Tirk dike.

Armanca dewleta Tirk, herêmê dagir bike, DAIŞ ji nû ve zindî bike û gelê Kurd tune bike.”

Yûsif di dawiyê de diyar kir ewê bi hemû hêza xwe bersiva êrişan bidin.

Welatiyên Zirganê li dijî êrişan daxuyaniyek dan

Welatiyên Zirganê jî bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Zirganê Rewda El-Ehemd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hemû pîvanên mirovî binpê dike û bang li hêzên navnetwî yên li herêmê û NY hate kirin ku rê li ber êrişên Tirkiyê bigrin û sînorekê jê re deynin.

Bi armanca niqaşkirina rewşa herêmê civînek li Til Temir hate lidarxistin

Li Til Temirê jî Ofîsa Têkiliya Hêzên Asayîşê a Herêma Cizîrê civînek ji êlên Kurd û Ereb re li darxist.

Bi dehan rûspî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rewşa herêmê û rewşa siyasî ya dawî hate nîqaşkirin.

Endamê Ofîsa Têkiliyan a Asayîşê Enwer Elî di civînê de axivî û diyar kir ku mudaxeleyên dewletan di serî de Tirkiyê hişt ku temenê aloziya li Sûriyê dirêjtir bibe.

Enwer Elî destnîşan kir ku Hihûmeta Şamê jî sedema bingehîne vê aloziyê ye ku diyaloga bi Rêveberiya Xweser re red dike.

Beşdarên civînê jî diyar kirin dê herdem li pişta şervanên xwe bin û rê li ber dagirkeriyeke nû bigrin.

Back to top button