Çeteyan 11 welatî li Efrîn û navçeyên wê revandin

Girtin û revandina welatiyan li Efrîna dagirkirî her diçe zêde dibe. Çeteyên dewleta Tirk herî dawî 9 welatî ji Efrînê û navçeyên wê revandin. Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê, komên çete yên dewleta Tirk ji destpêka sala 2022’an ve, 567 kes revandine.

Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dijî welatiyên li Efrînê mane bê navber dewam dikin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku dagikeran herî dawî 11 welatî li Efrînê revandin.

Hat ragihandin li navçeya Mabata dagirkeran 8 welatî ku di nav de kesên temen mezin jî hene bi hincetên bêbingeh revandine.

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

Henan Elîko 80 salî
Izet Bekir Elî 70 salî
Mihemed Xelîq Allha 70 salî û hevjîna wê Sebah Qilêc 65 salî
Mihemed Bekir 65 salî
Kolîn Bekir Elî 50 salî
Mistefa Sito 35 salî
û Ehmed Betal.

Li gundê Birc Heyder yê navçeya Şêrawa jî çeteyan kesê bi navê Basil Mihemd Elî revand.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan: Ji destpêka 2022’an ve 567 kes hatine revandin

Her wiha li navenda bajarê Efrînê, jina bi navê Ayşe Cindî a 30 salî û zarokê wê hatin revandin.

Kesên hatine revandin heta niha tu agahî derbarê wan de nehatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê jî bi raporekê eşkere kir ku ji destpêka 2022’an ve 567 kes li Efrînê hatine revandin.

Navendê di heman raporê de dibêje ji destpêka dagirkirina Efrînê de 8530 kes hatine revandin û 8859 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Back to top button