Îro li bajarê Qamişlo Yekitiya Mamostan bi boneya Roja Mamsoteyan a Cîhanê şahiyek li dar xist û mamosteyên herêma Cizîrê xelat kirin.
Meclisa bajar û navçeya Qamişlo, Zanîngeha Rojava, Yekitiya Mamosteyan a herêma Cizîrê , koma govend, stranan û bi sedan şeniyên bajarê Qamişlo beşdarî şahiyê bûn.
Di şahyiyê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û ev roj li tevahî mamoste û şagirtan pîroz kir û got: Piştî ewqas zulm û çewisandin, em tu carî rê nadin pergala perwerdeyê were guhertin.
Em rastiya xwe nas dikin û dibînin, mamoste jî di nava vê rastiyê de têdikoşe û berxwedaneke mezin nîşan dide.
Her wiha şêwermedê Yekitiya Mamosteyan Sînan Cûdî jî axivî û got: “Hemû mamosteyên me ku heya roja îro di xeta neteweya demokratîk de bi israr in û di avakrina nifşan de hemû fedekariyê nîşan didin.
Di dawiyê de beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.