Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê sibeha îroj komkujiyek pêk anî.
komkujî li navenda bajarokê Mi’erêt Numan ê başûrê Idlibê pêk hat.
Di encamê de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 35 jî birîndar bûn.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji ber rewşa giran a birîndaran, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Têkildarî mijarê, balafirên şer ên rêjîma Sûrî herêmên Kefer Sacne, Mi’er Zîta, Ermeneya û Kefroma yên başûrê Idlibê bombebaran kirin.