Serokê Çînê Xi Jinping gef li Taywanê xwar

Metirsiya Taywan ya ji ber Çînê ber bi rastiyê ve diçe.
Kongreya Neteweyî ya Partiya Komunîst a Çînê ya 20. li paytext Pekînê dest pê kir.
Serokê Çînê Xi Jinping got,”Em soz nadin ku li Taywanê hêza leşkerî bikar neynin”.

Kongreya Neteweyî ya Partiya Komunîst a Çînê ya 20. îro li paytext Pekînê dest pê kir.

Di kongreya ku 2 hezar û 300 delege beşdar bûn de, Serokê Çînê Xi Jinping behsa “rîsk û aloziyên cîhanî” yên navneteweyî û “guhertinên cîhanî yên ku ev sed sal in nehatine dîtin” kir.

Xi bang kir ku “ji şert û mercên herî xirab re amade bin” û got,

“Divê hûn xwe ji bo rûbirûbûna bayên mezin, bahozên mezin û xeternak amade bikin.”

Xi di axaftina xwe de behsa polîtîkaya Taywanê ya ku Çînê dişopîne jî kir û diyar kir ku derfeta bikaranîna hêza leşkerî her tim wek bijarde ye.

“Çîn ji bo yekbûna aştiyane hewl dide, lê em sozê nadin ku dev ji bikaranîna hêzê berdin.”

Bi vê gotinê Xi gefa êrişeke leşkerî li Taywanê xwar.

Xi, anî ziman ku rêveberiya Çînê wê dest ji vebijarka ku hemû tedbîran bixe meriyetê bernede û ev tişt anî ziman:

“Pêwîste plana yekbûyî ya Çînê pêk were û ew ê pêk were.”

5 salên bê wê paşerojê diyar bike

Xi Jinping bang li gel kir ku rêberiya partiya xwe bişopînin da ku welatê xwe vejîne û “sosyalîzma bi taybetmendiyên çînî berfireh bike”.

Her wiha anî ziman ku pênc salên pêş wê rewşê diyar bike.

Piştî danûstandinên ku biryar e hefteyekê bidomin, tê çaverêkirin ku Xi di rûniştina giştî ya Komîteya Navendî de ji bo dema sêyemîn a 5 salan were hilbijartin.

Back to top button