MSD’Ê AMADEKARIYA LIDARXISTINA KOMXEBATEKE LI ALMANIYA Û DEWLETÊN ISKANDINAV YAYÊ DIKE

MSD`ê bi armanca yekîtiya nêrîna opozîsyona Sûriyê ya demokratîk, ji bo lidarxistina kongreyek giştî û nîqaşkirina encamên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemên, amadekariyên lidarxistina komxebata kar li Almanya û dewletên Iskandinavyayê dike.

MSD`ê bi armanca yekîtiya nêrîna opozîsyona Sûriyê ya demokratîk, ji bo lidarxistina kongreyek giştî û nîqaşkirina encamên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemên, amadekariyên lidarxistina komxebata kar li Almanya û dewletên Iskandinavyayê dike.

Li gorî encamên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn ya ku 27 û 28`ê Adarê hat lidarxistin, MSD’ê
hewldanên xwe zêde kirin li ser avakirina nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê li gorî destûra Sûriyê ya nû.

HISÊN UMER: WÊ PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER WERE NÎQAŞKIRIN

Endamê Komîteya Amadekar a komxebata MSD`ê li derve Hisên Umer ji diyar kir ku MSD`ê amadekariya lidarxistina werşeyên kar li Almanya û dewletên Skendenafiya dike û got;

Em ê li Almaniya û dewletên Skendenafiya ecrubeya projeya Rêveberiya Xweser û nexşerêya komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn nîqaş bikin.

HISÊN UMER: EM HEWL DIDIN KONGREYEK NETEWÎ JI OPOZÎSYONA SÛRIYÊ LI DAR BIXIN

Her wiha hewldana lidarxistina kongreyek neteweyî û giştî ji hêz û kesayetên opozîsyona Sûriyê ya demokratîk re, tê kirin.

Umer balkişand ser komxebata ku li Parîs û Viyanayê hat lidarxistin û wiha anî ziman;

Komxebata MSD’ê li Parîs û Viyana bi serkeftî derbas bû ji bo wê bi plan kir ku em xebatên bi vê rengî li welatên din jî bidin destpêkirn.

Ji ber ku piraniya opozîsyona çalak a xwedî helwest, nêrînên cuda û li hember Rêveberiya Xweser hesas e, li Ewropa dimînin.

MSD`ê komxebata kar a yekemîn li peytexta Firansayê Parîsê 29 û 30`yê Hezîranê û li peytexta Nemsayê Viyana 12 û 13`ê Tîrmehê lidar xistin.

Leave a Reply

Back to top button