Rêxistina Sara bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir

Bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Rêxistina Sara bernameya çalakiyên xwe eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku bernameya rêzçalakiyên wan dê ji îro 17 Cotmehê dest pê bike û heya 12 Kanûnê bidome.

Rêxistinê da zanîn ku armanca ji van çalakiyên wan ew e pêşxistina jinan, bidawîkirina tundiyê û avakirina civakek demokratîke.

Herwiha Rêxistinê diyar kire dê hemleya wan li Qamişlo, Konbanê, Hesekê, Eyn Îsa û Sirînê jî pêk bê.

Hin ji çalakiyên bernameya hemleyê wiha ne:

Belavok bên belavkirin, semînerên li ser “rengên tundiyê, zewicandina zarokan, pirjiniyê” bên dayîn, anket bên çêkirin:

Bi hevkariya Komeleya Şawişka û tora Fermandarên Aştiyê dê serdana gundê Jinwar bê kirin.

Back to top button