Li dijî şewata li Girtîgeha Evîn çalakî hatin lidarxistin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şewitandina Girtîgeha Evînê a li Tehranê ya Îranê, bertek hatin nîşandan.
Li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û bang hatin kirin.

Gelê herêmê li dijî şewitandina Girtîgeha Evîn ya ji aliyê Îranê ve bi çalakiyan helwest û nerazîbûn xwe nîşan dan.

Kongera Star a Hesekê li bajêr û navçeyên kantonê li dijî şewtandina girtîgehê çalakî li dar xistin.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, endama Rêvber a Kongra Star a Hesekê Zozan Cimia daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin rêjîma Îranê ji şewtandina girtîgehê hewl da ku vîna gelê kurd bişkîne.

Her wiha endamê PYD’ê Mihemed Elî axivî û şewitandina Girtîgeha Evînê şermezar kir.

Bi heman armancê Meclisa Kampa Waşûkanî jî bi hevkariya Kongra Star meşek li dar xist.

Di çalakiyê de, endama rêveberiya Kongra Star a Kampa Waşûkanî Nûra Nezîr axivî û sûcê li dijî mirovahiyê û jinan ê dewleta Îranê şermezar kir.

Li navçeya Dirbêsiyê endama rêveberiya Kongra Star Fatima Keleş li ber mijarê axivî.

Fatima destnîşan kir ku şewata li Girtîgeha Evîn bi zanabûn hatiye kirin.

Kongra Star a Til Temir jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku serketina şoreşa gel a li Îranê dê bibe sedema xilasbûna ji serweriya rejîma Îranê.

Kongra Star a navçeya Şedadê jî bi daxuyaniyekê şewata girtîgehê şermezar kir.

Meclisa Navçeya Holê li dijî binpêkirinên Îranê û dewleta Tirk daxuyaniyek da raya giştî.

Meclisê bang li hêzên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Kongra Star ya navçeya Til Berekê jî bi meşekê şewitandina Girtîgehê şermezar kir.

Meşê ji çerxerêya Firinê ya başûrê navçeyê dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan veguherî mêtingê.

Li wir endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Alya El Iwês axivî û bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û kiryarên hovane yên li dijî mirovahiyê rawestînin.

Back to top button