Komîteya Tenduristiyê, akademiyeke tenduristiyê li Reqayê vekir

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê akademiyeke tenduristiyê li Navenda Geşepêdana Tenduristî ya li bajêr vekir.

Desteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqa, rêvberê navenda rêxistina Geşepêdana Tenduristiyê, Kombûna Jinan a Zenûbya û rêvberên Rêvberiya Xweser di vekirina akademiyê amade bûn..

Navend li ser destê dayika şehîd Mihemed Elî, Eyşe El Elî hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de hevserokê Akademiya Tenduristiyê Dr. Enes El Silêman axivî û got:

“Pêwîst bû ku akademiyek bê avakirin da sîstemeke tendursitî çêbikin ku dikare ji nexweşiyan re bibe bersiv û civakeke tendurist ava bikin.”

El Silêman hêvî kir ku ev akademî bibe navendeke pêşeng di qada tenduristiyê de.

Piştre bawernameyên derçûnê li ser perwerdekaran belav kirin ku tevlî dewreya destwerdana lezgîn bûne.

Back to top button