Şêniyên Mexmûrê li dijî karanîna çekên kimyawî meşiyan

Şêniyên Wargeha Mexmûr û koçberên Efrînê yên li Şehbayê li dijî dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Azadiyê bikartîne, meşiyan.

Şêniyên Wargaha Penaberan a Mexmûrê li dijî karanîna çekên kimyawî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne û di encamê de 17 gerîla şehîd bûn, meşiyan.

Bi hazaran şêniyên Wargeha Mexmûrê li ber avahiya NY daxuyaniyek dan û gotin: Çekên kîmyewî di cîhanê de ji bo hemû kesê qedexeye, lê ji bo Kurdan rewa ye.

Em bang li dewletên maskeyên mafê mirovan bikartînin dikin, werin li cihê buyerê lêkolîn bikin. Ev erk û berpirsyartiyên NY ne û divê demildest pêkbînin.”

Xelkê Efrînê li dijî çekên kîmyewî meşiyan

Bi heman boneyê koçberên Efrînê jî li Şehbayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî meşek girseyî hat lidarxist.

Her wiha ciwanan di axaftinên xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.

Back to top button