Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîma dibêje êrişên dewleta Tirk li dijî Minbic û gundên Babê zêde dibin û piştrast kir ku ew ê li hember van êrişan bisekin û parastina xelkê herêmê bikin. Fermandarê hêzên leşkerî li navçeya Sirîn ya Kobanê Serxwebûn Evêsta jî teqez kir ku ew ê dev ji parastina herêmê û xelkên wê bernedin. 

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê her ku diçe zêdetir dibin.

Demên dawî êrişên li dijî Minbic, Bab û gundên wan jî dijwar bûne.

Yûsif Erîma – Cîcirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê

Der barê van êrişan de, cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîma axivî.

Yûsif Erîma: Tirkiyê dixwaze herêmê dagir bike

Yûsif Erîma da zanîn ku dewleta Tirk rojane gundên rojhilat ên Babê topbaran dikin û got:

”Di van êrişan de çekên giran wekî obus, moşekên Grad, topên hewanê û dronan bi kar tînin.”

Erîma dibêje van êrişan ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Yûsif Erîma anî ziman ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji van êrişan dagirkirina herêmê ye.

Yûsif Erîma: Hêzên me bê bersiv namînin

Dawiyê Yûsif Erîma piştrast kir ku hêzên wan amade ne bersiva bersiva hemû êrişan bidin.

Û rê nedin dijmin ku bighêje armancên xwe.

Fermandarê hêzên leşkerî li Sirînê – Serxwebûn Avesta

Fermandarê hêzên leşkerî li navçeya Sirîn ya Kobanê Serxwebûn Avesta jî derbarê mijarê de axivî.

Serxwebûn Avesta: Armanca me parastina herêmê ye

Serxwebûn Avesta piştrast kir ku ji armancên wan ên serekê parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji dagirkeran e.

Serxwebûn Avesta: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin

Serxwebûn Avesta soz da xelkê herêmê ku ew ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û bi ewlehî xelkê wan vegerînin.

Back to top button