KAMÎRAN BERWARÎ: BERSIVA ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

Berwarî tekez kir ku êrîşa li ser destkeftiyên gelê Şengalê nîşaneya têkçûna planên Tirkiyeyê.

Kamîran Berwarî got ku destê hikumeta Iraqê di êrîşa li ser Mam Zekî Şengalî heye.

Ne mimkun e ku balafirên Tirk bêyî agahdariya hikumeta Iraqê derbasî herêmê bibin.

Hedefgirtina Mam Zekî Şengalî komployek ji hêla her du aliyan ve hate plankirin.

Berwarî her wiha diyar kir ku bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê nîşandeya piştgiriya wê bi Tirkiyê re ye.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Kamîran Berwarî bang li saziyên hiqûqa mafê mirovan, partiyên siyasî û saziyên sivîl kir ku der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd de helwesta xwe diyar bikin.

Leave a Reply

Back to top button