Ji bo rûniştandina fikrê hevjiyana azad, Kongra Star yekemîn akademiya perwerdekirina jin û mêran li ser asta Kantona Hesekê vekir.
Ev akademî ya yekemîn e ku Kongra Star ji bo perwerdekirina jin û mêran vedike.
Akademî bi navê şehîd Perwîn Derwîş e hat vekirin.
Di merasîmê de endamên meclis, saziyên sivîl û leşkerî û malbata şehîd Perwîn amade bûn.
Di merasîmê de, xwişka şehîd Perwîn, Leyla Derwîş axivî û got:
“Her gaveke serkeftî ku em diavêjin bi saya fedakariya şehîdan e, yek ji wan jî şehîd Perwîn e ku yekemîn şehîda Tevgera Azadiya Kurdistanê ji Hesekê ye.”
Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.
Kongra Star, akademiyan wek qadên perwerdekirin û fêrkirina jinan û civakê û bingeha belavkirina fikrê hevjiyana azad, dibîne.