Rojnamevan Derya Ren hat girtin

Rojnamevan Derya Ren a ku di saetên serê sibehê de hatibû binçavkirin, hat girtin.

Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de serê sibehê li Amed, Enqere, Stenbol, Wan, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê bi ser malên rojnamevanên Kurd de hat girtin.

Her wiha di encama serde girtinê de 11 rojnamevan hatin binçavkirin.

Rojnamevan Derya Ren jî li Amedê ji ber dosyayeke cuda hat binçavkirin.

Derya Ren ji ber cezayê wê yê hatibû teqezkirin hebû sewqî Edliyeya Amedê hat kirin.

Biryara girtinê li edliyeyê li Derya Ren hat girtin û ew şandin Girtîgeha Amedê ya Jinan.

Back to top button