Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin û peyama “Kobanê neket û dê nekeve” hat dayîn.
Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyanî hatin dayîn û meş hatin lidarxistin.
Li bajarê Wan ê bi tevlibûna partiyên siyasî û gelek saziyên bajêr meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn.
Tevî astengiya Polisên Tirk jî, girse derbasî pêşiya avahiya HDP’ê ya Wanê bû û li wir daxuyanî dan.
Li Colemêrgê jî rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê têkildarî 1’ê Mijdarê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hat dayîn û ji rêveberên HDP’ê Qadir Şahîn diyar kir ku Arîn Mîrkan û hevalên xwe bingehê berxwedana Kobanê ne.
Li Riha jî rêxistina HDP’ê daxuyaniyek da û berxwedana li dijî DAIŞ’ê ku nirxên mirovahiyê bilind kirin hat silavkirin.
Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê li Dîlokê jî bi tevlibûna endamên HDP, DBP û TJA’yê li Parka Yeşîl-suyê daxuyanî hat dayîn.
Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê jî têkildarî mijarê li avahiya partiya xwe daxuyanî da.
Li vir Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin û hat diyarkirin ku berxwedana Kobanê hêviya jiyaneke demokratîk li hemû cîhanê belav kir.
Li Şirnexê jî TJA, DBP û HDP daxuyaniyên hevpar dan..
Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê a bajar hat dayîn û hat gotin ku yên dixwastin Kobanî bikeve, hesreta wan di qirika wan de ma.
Li Dêrsimê jî bi heman armacê rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Dêrsimê daxuyanî dan..
Li Mêrdînê jî HDP’iyan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da û hat diyarkirin ku DAIŞ bi saya berxwedana kurdan û dostên wan têk çû.
Rêxistina HDP’a Edeneyê jî xwest li Parka Îsmet Înonû daxuyaniyê bide, lê polîsan destûr nedan û rageşî derket.
Paşê, bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” girse derbasî pêşiya avahiya HDP’ê bû û li wir berxwedana Kobanê hat silavkirin..
Rêxistina HDP’a Mêrsînê jî têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da.
Rêxstinên HDP’a Îskenderûn û Dortyolê ên Hatayê jî bi heman boneyê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan û Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.