QSD’Ê 20 ÇETEYÊN ŞANEYEK RAZAYÎ YA DAIŞ’Ê LI DÊRA ZORÊ GIRTIN

Têkoşîna şervanên QSD’ê li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê berdewam e.
Herî dawî, şervanan 20 çeteyên şaneyên razayî li Dêrazorê girtin.

Navenda Rahgihandina QSD’ê ragihand ku, 600 şervanên wan operasyoneke taybet li gundê Bo Hemamê yê Dêrazorê pêk anî.

Di encamê de şaneyek razayî ku ji 20 çeteyan pêk dihat, hatin girtin.

Di dema operasyonê de, piştî şerê rû bi rû çeteyek hat kuştin.

Bi van çeteyan re, nasnameyên ewlekarî yên girêdayî DAIŞ’ê jî hatin dîtin.

Her wiha Şervanan dest danîn ser çek û cebilxaneya bi çeteyan re.

Navendê da zanîn ku roja 7 mehê çeteyan êrîşî bazara gelerî kir û di encamê 7 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, ev şaneya hatiye girtin, êrîş pêk aniye.

Beriya du rojan jî Meclisa Leşkerî ya Şedadê ragihand ku, li bajaroka Mergeda ya Hesekê zêdeyî 20 çeteyên şaneyan hatine girtin.

Leave a Reply

Back to top button