Li Kanada û Almanya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakî pêk hatin

Kurdistaniyên li Kanadayê û Almanyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadan û bertek nîşan dan.

Kurdistaniyan li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li ber avahiya Parlamenta Federal a Ontarioyê hatin ba hev..

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bê gerîla jiyan na be” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Bi sedan belavokên ku sûcên şer ên dewleta Tirk teşîr dike, hatin belavkirin.

Çalakgeran bang li saziyên navneteweyî yên weke OPCW kirin ku bêdengiya xwe ya li hemberî dewleta Tirk bişkînin.

Li bajarê Magdebûrg ê Elmanyayê jî bi çalakiyekê ev sûc hat şermezarkirin..

Çalakgeran bang li hemû dewletên Ewropayê kir ku demildest bikevin nav tevgerê.

Back to top button