Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî da xuyakirin ku sedema rewşa niha ya tevlihev a Başûrê Kurdistanê, ji sedî 90 xwe dispêre bêvîniya rêveberên hikûmeta Başûr.
Li şûna ku Başûr ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hêviyek be, bûye pirsgirêk û navenda istixbarata welatan û bi taybet Tirkiyê.
Elî Kerîmî anî zimên ku:
“Malbata Mesûd Barzanî bi temamî ketiye bin destê MÎT’a Tirk û AKP’ê.
Nêçîrvan Barzanî bêyî ku parlamenê agadar bike, lihevkirineke 50 salî bi Tirkiyê re îmze kir.
Malbata Barzanî dibêje; heta Tirkiye hebe, em ê jî hebin.”
Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir ku piştî lihevkirina 50 salî, lihevkirina li ser Şengalê hat, piştre jî Heftanîn û girtina rêya Rojavayê Kurdistanê tê.