Koreya Bakur moşekek balistîk ber bi derya Japonya ve avêt

Japonya û Koreya Başûr ragihandin ku Koreya Bakur moşekek balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê (Derya Rojhilat) ve avêtiye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Japonyayê de, hat diyarkirin ku rêveberiya Pyongyangê di çarçoveya ceribandina 32. a îsal de, moşkek balîstîk ber bi Derya Japonyayê ve avêt.

Hat diyarkirin ku tê texmînkirin moşek li derveyî herêma aborî ya taybet a neteweyî ya Japonyayê ketiye.

Ewlehiya Peravê ya Japonyayê (KAIHO) ragihand li herêma ku moşek lê ketiye, xebatên tespîtkirina zirarê dewam dikin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Sererkanîya Giştî ya Koreya Başûr ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ew hewl didin cureyê moşeka balîstîk a ku Koreya Bakur ber bi peravên rojhilatê ve avêtiye tespît bikin.

Koreya Başûr pişt re parçeyên moşeka SA-5 a erd-hewman ya ji nava deryayê derxistî bi rêya çapemeniya welat bi cîhanê re parve kir.

Koreya Bakur ji despêka salê heta niha bêtirî 20 moşkeên menzîla wan kin û dirêj ceribandine.

Ceribandinên demên dawî, rêveberiya Tokyo û Seûlê xist nava fikarên zêde.

Back to top button