Çawa ciwanên herêma Cizîr û Feratê berê xwe dan Dêra Zorê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û ew têk birin, îro li ser zimanê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê jî hat ragihand ku wê şervanên Meclisê li ser sînor bi cih bibin û li dijî dagirkeran rawestin.
Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Meclisa Leşkerî û ya Sivîl ên Dêra Zorê civînek li dar xist.
Di civînê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla, hevserokê Mecilsa Sivîl ya Dêra Zorê Dr. Xesan el- Yûsiv û endamên her du meslisan amade bûn…
Aliyên beşdar, gefên dewleta Tirk li herêmê nirxandin.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla gefên dewleta Tirk red kir û wiha got:
“Em wekî Meclisa Leşkerî, fermî radigihînin ku, em ê hêzên xwe yên leşkerî bişînin ser sînorê Sûrî- Tirkî, da ji her êrîşekê re amade bin”.
HEVSEROKÊ MECLISA SIVÎL A DÊRA ZORÊ: EGER TI ÊRÎŞ ÇÊBIBE, WÊ DÎSAN DAIŞ VEJÎN BIBE
Hevserokê Mecilsa Sivîl ya Dêra Zorê Dr. Xesan el- Yûsiv jî metirsiya xwe ji van gefan anî zimên û got:
“Eger ti êrîş li dijî herêmê pêk were, wê dîsan çeteyên DAIŞ’ê derkevin holê û ji berê xurttir bibin.
Ev jî wê li ser hemû kesî xeteriyeke mezin be”.