Endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma li dijî êrişan got :
“Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hedefgirtina welatiyan, binesazî û saziyên xizmetguzariyê, sûcên şer in.
Evîn Cuma diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li gorî peyman û qanûnên navneteweyî sûcên şer in û got :
“Êrişên dewleta Tirk welatiyan, navendên jiyanî, binesazî û xizmetguzariyê yên li herêmên dike hedef.
Bi hedefgirtina embarên genim û qutkirina avê, hewl dide welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike.”
Evîn Cuma bêdengiya hêzên navneteweyî renxe kir û got :
“Ruxmî ku ev sûc ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê ve hatine belgekirin jî, lê belê ev bêdengî didome.
Ev bêdengî jî yek ji wan sedeman e ku dewleta Tirk di sûcên xwe yên li dijî herêmê bidomîne.”
Evîn Cuma bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku van êrişan rawestîne..