Bangên rawestandina êrişên Tirkiyê li ser Rojava

Banga fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî li Amerîkayê kirî, Xemsariya hêzên cîhanê li hemberî êrişên li dijî Kurdan, Siyaseta hukûmeta nû ya Swêdê li hemberî Kurdan,Û dengvedana banga aştiyê. Ev hin mijarên medyaya dijîtal a têkildarî gefên êrişê yên dewleta Tirk û bibîrxistina erka hêzên cîhanê bûn.

Hevkarên me ku li Sûrî di mijara têkbirina DAIŞ’ê de bi me re bûn alîkar, bangeke girîng kirine.

Divê Biden guh bide peyama wan û ji bo çareseriyeke aştiyane zextê li Erdogan bike.

Şereke nû wê bihêle ku aramiya li Rojhilata Navîn têk biçe, lewma nabe ku em destûrê bidin vî şerî.

  • Colin M. Winston-Analîstê karûbarên Rojhilata Navîn

Em ji bîr nekin,

Eger ne ji têkoşîna Kurdên Sûrî yên leheng nebûya, wê bi sedan leşkerên Amerîkî di nava torbeyên cenazeyan de vegeriyana malên xwe.

Dibe ku Tirkiyê “hevalbendekî” NATO’yê ye.

Lê tişta ku Kurdên Sûrî di mijara têkoşîna li dijî terorîzmê kirî, pir û pir zêde ye.

  • Jarrod Morris-Gaziyê şer ê artêşa Amerîkayê

Kurdên Sûrî û QSD’ê DAIŞ têk birin.

Bi vê yekê destekê ku dan Amerîka, NATO û welatên Yekîtiya Ewrûpa ji a Tirkiyê zêdetir e.

  • Kostas Ant Lavdas-Profesorê Zanîngeha Atînayê

Diyar e ku Swêd di berdêla razîkirina Erdogan de amade ye ku rêgezên xwe ên demokratîk binpê bike.

Sûcê ku sekreterê NATO Stoltenberg jî dike pesindayîna Erdogan û Tirkiyê ye.

Ya tê kirin tenê wêrekiyê dide dîktatorê Tirkiyê.

  • Tuna Beklevic-Parêzvanê Mafê Mirovan

Mafê Kurdan ê diyarkirina qedera xwe heye. Divê em vî mafê wam biparêzin.

Hun dikarin gefan li me bixun.

Hun dikarin bê deng jî bimînin.

Berpirsiyariyên me hene.

Îro Kurd bi felaketeke mezin re rû bi rû ne.

Ji bo ku em nebêjin “me di nava tirsê de li vê felaketê temaşe kir” lazime em dengê aştiyê bilind bikin.

Back to top button