Rêveberiya Xweser bi Partiya Çepgir a Luksembûrgê re civiya

Şandeyeke Rêveberiya Xweser bi endamên Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Çepgir a Luksembûrgê re hevdîtin kir.
Rayedarên Luksembûrgê diyar kirin ku li hember êriş û planên qirkirinê ew bi pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne.

5`ê Kanûnê şandeyeke Rêveberiya Xweser bi endamên Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Çepgir a Luksembûrgê re hevdîtin kir.

Şande ji nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Dr.Ebdulkerîm Omer pêk dihat.

Tê de her du aliyan rewş, geşedan û dozên hevbeş nîqaş kirin.

Ebdulkerîm Omer: Divê sînorek ji Tirkiyê re bê dayîn

Ebdulkerîm Omer behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser , astengiyên li pêşiya wê û şerê QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê kir.

Omer bal kişand ser gefên dewleta Tirk û zêdebûna êrişên wê di dema dawî de, û hedefgirtina welatiyan…

Omer destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî, raya giştî ya cîhanê, sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin.

Partiya Çepgir a Luksembûrgê: Divê hesab ji Tirkiyê bê xwestin

Rayedarên Partiya Çepgir a Luksembûrgê jî got ku ew geşedanên li bakurê Sûriyê ji nêz ve dişopînin û gotin.

Hedefgirtina welatiyan û binesaziya heremê sûcê mirovahiyê ye.

Lewma divê li ser wan sûcan hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn.”

Rayedarên Partiyê tekez kirin ku ewê li dijî êrişan hevkariya xwe bi rêveberiya Xweser re bidomînin..

Hêjayê bi bîrxistinê ye “29’ê Mijdarê” jî şandeyeke Rêveberiya Xweser bi parlamenterên Alman ên Partiya Çep re civiya.

Back to top button