Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê 9 rojin di nobetê de ne

Parlamenterên HDP’î li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya nobedê dewam dikin.
Parlamenter Îmam Taşçier li cihê çalakiyê axivî û diyar kir ku tecrîd sedema kauo û şere.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re, 9 roj in li Enqereyê di Nobeda Edaletê de ne.

Îro jî Parlementerên HDP’ê xwestin ji ber Meclisê heta ber Wezareta Edaletê ve bimeşin, lê polis derketin pêşiya wan û rê li wan girtin.

Li vir daxuyanî hat dayîn û li ser navê parlementeran Îmam Taşçeir axivî.

Îmam Taşçeir bi bîr xist ku 21 mehin hevdîtin bi Rêber Ocalan re hatiye qedexekirin û got:

“Ev rewş ji tecrîdê jî wêdetir e.

“Ocalan dikare pêşiyê li şerê li Rojhilata Navîn bigre”

Ne malbata wî, ne gelê Kurd ne jî parêzer li ser jiyana wî tiştekî nizanin..

Ji axaftina bi telefonê ya beriya 21 mehî û vir ve, agahiya ji Ocalan nayên girtin.

Em ji desthilatdariya Komara Tirkiyê re vê dibêjin; li gorî qanûnên ku we bi xwe danîne, tevbigerin.”

Taşçier ragihand ku heta meseleya Kurd neyê çareserkirin, wê ev bêhiqûqî û bêedaletî dewam bike û got:

“Mînakên vê yekê li cîhanê hene. Nelson Mandela 27 salan di girtîgehê de hate hiştin, tecrîd lê hate ferzkirin û girtî hat hiştin, lê dawiyê de çi bû?
Mandêla bû serokê welatê ku lê hatibû girtin.”

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçeir diyar kir ku îro ger rê ji Rêber Apo re bê vekirin, ew ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şer biqede.

Back to top button