Ş. Evîn Goyî li Qendîlê bi merasîmek hat oxirkirin

Îro, cenazeyê Şehîdên komkujiya Parisê gihiştin cih û warê wan kurdistanê. Şehîd Evîn Goyî li Binarên Qendîlê, Abulrehman Kizil li Qersê û Mîr Perwer jî li Mûşê bi merasîman hatin oxirkirin.

Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) îro gihaşt Silêmaniyê.

Cenazeyê Evîn Goyî bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin.

Di merasîma pêşwazîkirina cenaze de, xwişka Evîn Goyî, Zeyneb Kara axivî û got: “Şehîdbûna Evîn li her çar beşên Kurdistanê pîroz dikim. Ji ber ku ew ji bo Kurdistanê şehîd bû.

Serê hemû zarokên Kurdan sax be.”

Cenazeyê şehîd Evîn Goyî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate birin û bi merasîmeke ku bi hezaran welatparêzên kurd tê de beşdarbûn hat oxirkirin

Cenazeyê Abdurrahman Kizil jî li Bakurê Kurdistanê hate pêşwazî kirin.

Cenazeyê şehîd Abulrehman Kizil li Qersê hate oxirkirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê, malbata Kizil û bi sedan kes di pêşwazîkirina cenaze de li Qersê amade bûn.

Tevî hemû astengiyên veguhestina cenaze ji aliyê qeyûmê AKP’ê ve, cenaze bi karwanê wesayîtan ber bi gundê Qere-gunî yê Qaxizmana Qersê ve hat birin.

Li vir, leşker û polîsan gund dorpêç kirin û nehiştin beşek karwanê wesayîtan derbas bibe..

Lê gel bi hêrs leşker û polis derbas kirin û cenaze birin goristana gund.

Di merasîma oxirkirinê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got::

“Destûr nedan ku em li gorî qaydeyên îslamî cenazeyê xwe veşêrin. Bila her kes baş bizanibe ku Abdurrahman Kizil şehîdê gelê kurd e.

Em ê li ser rêç û şopa têkoşîna wî bimeşin.”

Cenaze di nava dirûşmeyan de hat veşartin..

Cenazeyê Mîr Perwer jî gihişt bajarê Mûşê.

Cenazeyê Şehîd Mîr Perwer li Mûşê hate oxirkirin

Di pêşwazîkirinê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê û malbata Mîr Perwer amade bûn.

Li vir jî polîsan astengî ji kurdistaniyên hatibûn pêşwazîkirina cenaze re derxistin.

Di birina Cenazeyê şehîd Mîr Perwer de jî cendirmeyan girse asteng kirin.

Lê girseyê cenazeyê Mîr Perwer birin goristanê û oxirkirin.

Back to top button