YE: EV KIRIN JI BO ARMANCINE SIYASÎ PÊK HATIYE, NE JI BO TERORÊ YE

Yekîtiya Ewropayê bi zimanekî tûj kirinên dewleta Tirk der barê gelê Kurd de şermezar kir.

Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku kirinên hikumeta AKP’ê der barê Kurdan li başûr-rojhilatê welêt ne rewa û li dijî demokrasiyê ne.

Der barê mijarê de, YE ev daxuyanî da:

Dewleta Tirk bi girtin û bidûrxistina siyasetmedarên xwecihî û bichkirina kesên girêdayî desthilatê, mafê nûnertiya siyasî li ser asta herêmî bêpar dike.

Her wiha ziyaneke mezin digihîne demokrasiya herêmî.

Ev daxuyanî piştî derbeya siyasî ya der heqê şaredariyên HDP’ê li Amed, Wan û Mêrdînê, hat ku duh hikumeta AKP’ê bi fermana Erdogan, girte ser şaredariyan û nêzî 418 kes binçav kirin.

YE teqez kir ku dewleta Tirk ev kirin ji bo armancine siyasî pêk aniye û dûrî terorê ye.

YE diyar kir ku ev rêkar, encamên hilbijartinên demokratîk ên di 31’ê Adarê de li dar ketine, dixe gumanan û got:

Rast e divê Enqere li beramberî terorê bisekine, lê nabe qanûn, maf û azadiya mirovan a siyasî binpê bike.

Leave a Reply

Back to top button