HÊZÊN EWLEKARIYÊ LI DÊRA ZORÊ ÇALAKIYEKE ŞANEYEKÊ VEŞARTÎ BÊBANDOR KIR

Di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê Dêra Zorê çeteyekî DAŞÎ kuşt û yekî din girt.

Hêzên Ewlekariya Hndirîn ragihand ku hêzên wan li herêma Alîyan li gundewarê Dêra Zorê bi ser şaneyek veşartî ya çeteyên DAIŞ’Ê de girt.

Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku ev şaneya veşartî hewil dida bombeyan li ser rê biçênin.

Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku di encamê serdegirtinê de, şer navbera hêzên Ewlekariyê û şaneyê de rû de.

Di encam de çeteyk hat kuştin, yek hat girtin, lê yek ji wan reviya.

Hêzên Ewlekariya hundirîn tekez kirin ku pisporên bêbandorkirina mayînan ên girêdayî hêzên ewlekariyê , mayînê ku çeteyan çandibûn bêbandor kirin.

Beriya çend rojan jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorî şaneyeke veşartî ya çeteyên DAŞ’ê ku ji 11 çeteyan pêk dihat girtibû.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button