HPG: DI ÇALAKIYÊN LI ŞIRNEXÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistin; di çalakiyan de 7 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

20’ê Tebaxê gerîlayên me li dijî yekîniya leşkerên ku li şirnexê derketibûn operasyona dagirkirinê çalakiyek sabotajê li dar xist.

Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara wan nehate zelalkirin.

Heman rojê li herêma Girê Çolya ya girêdayê bajarê Şirnexê jî gerîlayan li dijî yekîneyeke din çalakî lidarxist.

Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.

21’ê Tebaxê gerîlayan li Girê Çolya li dijî yekîneyên dijmin oprasyonek li dar xist.

Gerîla ji du baskan ve ketin çeperên dijmin û çûn ser cenazeyê 4 leşkeran û dest danîn ser çeka BKC.

Di heman demê de gerîla li Girê Çolya çepereke din a dagirkeran jî kir hedef û 3 leşker jî wî girê hatin kuştin.

21’ê Tebaxê gerîlayan li dijî konvoyeke hêza operasyonê ya ku li ser rêya Elkê û qereqola Kejanê bû, çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di vê çalakiyê de wesayîta Amarok bû hedef û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin tespîtkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button