LI EFRÎNÊ NAVBERA ÇETEYÊN DEWLETA TIRK DE ŞEREKÎ GIRAN RÛ DA

Îro sibehê şerekî giran di navbera komên çete yên artêşa Tirk a dagirker de li navenda bajarê Efrînê rû da.

Piştî ku Çeteyên bi navê ‘polîsên leşkerî’ yên artêşa Tirk a dagirker li taxa Eşrefiyê ya Efrînê dest bi girtina komek ji çeteyên Zinkî kirin şer navbera çeteyan de rû da.

Di şer de, çeteyên bi navê ‘polîsên leşkerî’ hemû rêyên li navenda Efrînê ji taxa Mehmûdiyê heta taxa Eşrefiyê û derketina Efrînê li aliyê navçeya Cindirêsê girtin.

Çeteyên Zinkî jî nû tevlî çeteyên Cebhe El-Şamiyê bûne.

 

Leave a Reply

Back to top button