Unicef serdana projeya Himê a Hesekê kir

Piştî xebitandina bîrên Himê û gihandina Avê bo beşekî taxên Hesekê, şandeyek ji Unicef serdana projeyê kir û teqez kir ku Ava stasyona Elok negihaştiye bajêr.

Şandeya Unicef ku ji nûnerên wê yên li Şam û Qamişlo pêk dihat tevî hevserokatiya Rêveberiya Saziya Avê ya Hesekê çûn ser bîrên Himê..

Di wê serdanê de, şandeyê teqez kir ku tevî gelek idiyan, ava Stasyona Elok nehatiye herêma Hesekê..

Di heman serdanê de, çavdêrî li ser bîrên projeya Himê jî hat kirin.

Back to top button