Li peravên Tunisê keştî noqî avê bû, 5 koçber mirin

Li beravên Tunisê keştiyek koçberan noqî avê bû..
Hat raghandin ku 5 koçber mirin..
Herî kêm 28 jî winda ne.

Di encama noqbûna keştiyekê li beravên Tunisê de, 5 penaberan jiyana xwe ji dest da ..

Li gorî Berdevkê Foruma Tunisê ya Mafên Aborî û Civakî Remedan Bin Omer :

Îro cenazeyên 5 penaberan hatine derxistin..

5 kes hatine rizgarkirin û herî kêm 28 kes jî winda ne.

Keştî ji beravên parêzgeha Sefaqis beriya 2 rojan ber bi beravên Îtalyayê ve bi rê ketibû..

Tê de 38 penaber hebûn.

Di 13′yê Adarê de jî li peravên Îtalyayê keştiyeke koçberan noqî avê bû.

Yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê ragihand ku nêzî 30 koçber windane.

Back to top button