Li Amerîka bager: 26 Kesan jiyana xwe ji dest dane

Li Amerîka bagerê careke din ziyanek mezin ya canî û madî li pey xwe hişt.
Li eyaleta Mississippi û derdora wê 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber bandora bagerê li eyalet û derdora wê rewşa awerte hate ragihandin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerka (DYA) bêtirî 10 bageran banoreke wêranker bi xwere çêkir.

Ji ber bandora bagerê li eyaleta Mississippi û derdora wê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Amerîka ji ber bagerê li Mississippi rewşa awerte ragihand

Serokê Amerîka Joe Biden jî ji bo herêmê rewşa awerte ragihand.

Tîmên rizgariyê di roja 2. a bagerê de li bin kavilan li kesên asê mayîn geriyan.

Li kêleka vê, welatiyên herêmê jî ji bo tiştên xwe yên biqîmet li ser kavilan bûn.

Welatiyên li bajarê Rolling Fork yê ku bi giştî xwedî dahatekî kêmin, ragihadinin ku ev bager piştî 50 salî yên herî bihêz bûn.

Welatî ji bo careke din malên xwe yên zirar dîtine bînin rewşa ku têde debara xwe bikin, kar dikin.

Servîsa Neteweyî ya Meteorolojiyê ragihand ku bagera li Rolling Fork xistî bi leza 4 û 5 bû.

Bi gotin, bager di saetê de bi leza 300 kîlometreyî diçû.

Rayedarên Ajansa Rêvebiriya Lezgîn a Federal (FEMA) li ser Twitterê alîkariya xwe ji civaka herêmî re parve kir.

Waliyê Komarî yê Mississippi, Tate Reeves, got:

“Mixabin, li Mississippi hewayekî pir xerab heye.”

Reeves di derbarê ewlehiyê de welatî hişyar kirin.

23’ê Adarê, Servîsa Hewayê ya Neteweyî (NWS) hişyariya beriya karesatê li ser bagerekî ku ber bi herêma Rolling Fork a dewletê ve diçe dabû.

Servîsê gotibû,

“Ji bo parastina jiyana xwe, niha xwe veşêrin.”

Back to top button