Bi dirûşma “Bi pêşxistina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê” duh Mîhrîcana Amara ya huner, çand, wêje û werzîş li kampa Berxwedan a Şehbayê dest pê kir.
Di roja duyem a mîhrîcanê de çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin.
Destpêkê maça voleybol di navbera tîmên Malbatên Şehîdan û Ciwanên Efrînê de hat lidarxistin.
Malbatên şehîdan bi ser ket.
Di maça futbolê ya jinan de ya di navbera tîma Agir û tîma Amara de li dar ketiye, tîma Agirî bi 4-0 bi ser ket.
Her wiha du maçên futbolê hatin li darxistin.
Maça yekem di navbera tîma Berxwedan û tîma ciwanên Efrîn de li dar ketiye, tîma Ciwanên Efrîn 1-0 bi ser ket.
Maça fotbolê di navbera tîma ciwanên Fafînê û tîma ciwanên Ehrezê de li dar ketî de jî, tîma ciwanên Fafînê 1-0 bi ser ket.
Di dawiyê de tîma serketî hatin xelatkirin.