“Her du alî dixwazin rûbera kontrola xwe fireh bikin”

Li Sûdanê agirbestek bi dawî dibe, yek din dest pê dike, lê agirbest tenê li ser kaxezan dimînin û nayên bi cih anîn. Îro agirbesteke nû bo 7 rojan ket meriyetê, pê re jî pevçûnên herî giran derketin. Sekreterê NY Antonio Guterres dibêje, hewildanên NY ji bo rawestandina şer têk çûn.

Li Xurtûm a paytexta Sûdanê, tevî pejirandina agirbesteke nû, şerekî giran diqewime.

Artêşa Sûdanî hewil dide Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji derdora Koşka Serokomarî û navenda Fermandariya Giştî ya Artêşê derxe û ev yek mayîndekirina çi agirbestê asteng dike.

Çavdêr dibînin, her du aliyên şer, beriya destpêkirina danûstandinan, rûbera herêmên di bin kontrola xwe de, li paytextê berfireh bikin.

Agirbesta nû ya her du aliyan pejirandiye, bo 7 rojan e û îro pêncşemê dikeve meriyetê.

Lê ev agirbest ji destpêka xwe ve hat binpêkirin ku pevçûnên herî dijwar li Xurtûm, Behrî û Umdirmanê dewam in.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres Gotêris diyar kir, hewildanên NY yên ji bo rawestandina şerê li Sûdanê têk çûn.

Guterres: Sûdan nikare rageşiya 2 kesan li ser desthilatê şiyan bike

Guterres li paytexta Kîniya Nêrûbiyê ji rojnamevanan re axivî û got: “Welatekî mîna Sûdanê ku ji mêj ve dinale, nikare rageşiya 2 kesan li ser desthilatê şiyan bike.”

Şanderê NY yê karûbarên mirovî Martin Griffiths Gorêfêths jî bang li her du aliyên şer kir ku koordîneyeke ewle ji bo gîhandina aliyîkariyên mirovî misoger bikin.

Griffiths diyar kir ku di nava 2-3 rojên bê de ew ê bi her du aliyên şer re bicive û hêvî kir garantiyan ji bo gîhandina alîkariyên mirovî bi dest bixe.

HETA NIHA 550 KES HATINE KUŞTIN, 4926 KES JÎ BIRÎNDAR BÛNE

Li gorî daneyên herî dawî yên wezareta tenduristiyê ya Sûdanê, di şer de heta niha 550 kes hatine kuştin û nêzî 4926 kes birîndar bûne.

Li gorî NY jî nêzî 100 hezar kesî ji Sûanê ber bi welatên cîran ve reviyane.

Beriya 2 salan, Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi hev re, bi darbeyeke leşkerî desthilatdariya welêt kontrol kiribû, lê 15 Nîsana borî ji ber zêdebûna nakokiyan şer dest pê kir.

WHO: Li Sûdanê ji ber şer jiyana jin û zarok di bin xeteriyê de ne

Back to top button