Qamişlo-Li Bexçeyê Xwendinê pêşengeheke şêwekariyê hat vekirin

Ji bo xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehek hat vekirin. Pêşangeh bû neynûka behreyên xwendekaran.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, bi armanca pêşandana hunera xwendekarên herêmê, pêşangah şêwekariyê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo vekir.

10 xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de 25 tablo û 10 peykerên temamkirî û yên ne temamîkirî hatin pêşandan.

Mijarên tabloyan, şehîdên Şoreşa Rojava, xweza, çand û hunera Kurdî bûn.

Li kêleka tabloyan 2 xwendekarên mûzîkjen, bi amûrên xwe hestên xwe bi beşdaran re parve kirin.

Her wiha 2 mamosteyên Fakulteya Hunera Bedew, Emîn Ebdo û Omer Ishaq bi awayekî zindî wêneyên beşdaran xêz kirin.

Şêniyên herêma Cizîrê, malbat û hevalên xwendekaran û hezkeriyên şêwekariyê tevli pêşangehê bûn.

Pêşangeh dê sibe bi pêşandana helbestan bi dawî bibe.

Back to top button