ERBISTANA SIÛDÎ: XAŞUQCÎ JI BER XIRECIRA ERKDARÊN KONSOLOSXANEYÊ MIRIYE

Siûdiyê derbarê kuştina rojnamevan Xaşuqcî daxuyaniyek da.

Siûdiyê îdîayên kuştina rojnameger Cemal Xaşuqcî ya li Konsolosxaneya Stenbol a tirkiyê piştî 3 hefteyan şûnde qebûl kir.

Daxuyanî ji aliyê Serdozgeriya Siûdî ve hate dayîn û hate gotin ku Xaşuqcî dema xirecira erkdarên konsolosxaneyê miriye.

Ev 3 hefte ne têkildarî mirina Xaşuqcî gotegot dihatin kirin heya ku duh ev daxuyanî dereket holê.

Siûdiyê diyar kir ku têkildarî bûyerê, herî kêm 18 kes hatine binçavkirin.

Têkildarî bûyerê di biryarnameya qiraltiyê de hate gotin ku alîkarê Serokê îstixbarata giştî ya Siûdiyê Ehmed Esîrî (أحمد عسيري) ji peywirê hatiye avêtin.

Li aliyê di, hate gotin ku 3 endamên îstixbaretê yên di asta bilind de ji peywirê hatin avêtin û wê serokatiya îstixbarata giştî ji nûve were ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button