Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Komxebata 3. a Diyalogan li paytexta Almanya Berlînê bi beşdarbûna 30 kesayetên ji opozîsyona Sûriyê dest pê kir.
Di komxebatê de Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar der barê bernameya xebatên komxebata diyalogê, pênasekirina Rêveberiya Xweser û erkên wê de axivî.
Di heman demê de nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê ku encama komxebata diyalogên Sûrî – Sûrî ya dawî ku li Kobanê hat lidarxistin hate parvekirin.
Her wiha ji bo mekanîzmaya lidarxistina kongreyeke berfireh ji hêzên opozîsyonê yên demokratîk re û çareseriyên ji bo aloziya Sûriyê re hatin nîqaşkirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê di hizêran borî de li Parîsê û di Tîrmehê de jî li Viyana 2 komxebatên cuda pêk anîbûn.