“Divê di tûra duyemîn de herkes biçe ser sandogan”

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê daxuyaniyek parvekir û bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan.

Koordînasyona Hilbijartinê diyar kir ku tevî hemû êrîşên faşîzmê jî Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bû partiya sêyemîn a herî mezin a meclîsê û ev tişt anî ziman:

“Ji boku me aliyê herî girîng ê van hilbijartinan ew bû ji bo gelên Tirkiyeyê ji desthilatdariya yekzilamî, pergala nîjadperest û faşîzmê rizgar bibe.

Ji bo vê me di tûra yekemîn a hilbijartinê de bi dirûşma ‘Dengek dîktator hildiweşîne’ kampanyaya hilbijartinê meşand.

Me nehişt ku Erdogan û faşîzm di hilbijartina tûra 1’emîn a 14’ê Gulanê de bi ser bikevin.

Niha dema wê hatiye ku Erdogan û faşîzm di Hilbijartinên Derveyî welat yên 20-24’ê Gulanê de têk biçin.

Ji ber ku zalim, faşîst, nîjadperest, mêtinger zû yan dereng wê têk biçin.”

Partiya Çepên Kesk li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan kir

Back to top button