DYE STRATEJIYA XWE YA NÛ BI RÛSAN RE PARVE DIKE

Duh Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya DYE John Bolton serdana Moskoyê kir.

Di serdana xwe de wê Bolton bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û sekreterê Meclîsa Ewlehiya Rûsî Nikolai Patrushev (نيكولاي باتروشيف) re hevdîtinan pêk bîne.

Mijara hevdîtinan jî aloziya li Sûriyê ye, hat zanîn ku derbarê stratejiya nû ya DYE hin pêşniyarên nû hene û wê Bolton bi Rûsan parve bike.

Li gorî ku tê payîn, dibe ku serokê Rûsyayê Valdimir Putin jî bi Bolton re bicive.

Leave a Reply

Back to top button