Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir

Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat a ji bo hilbijartina tûra 2. di 20’ê Gulanê de destpêkir didome. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hejmara kesên heta niha dengê xwe dane eşkere kir û got: Heta niha milyonek 500 hezar zêdetir hilbijêr çûne li ser sindoqan. Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Derveyî Welat Tuncay Yilmaz diyar kir vê carê beşdariya hilbijartinê ji cara ewil zêdetir û gel li dijî dîktatoriyê berê xwe dide ser sindoqan.

Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat a ji bo hilbijartina tûra 2. a li Tirkiyê ku 20’ê Gulanê dest pê kir, didome.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hejmara kesên heta niha li wir dengên xwe dane eşkere kir.

Li gorî YSK li nûnertiyên derveyî welat û gumrikan ji milyonek û 500 hezar zêdetir hilbijêr çûne ser sindoqan.

Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat wê 24, li gumirkan jî 28’ê Gulanê bi dawî bibe.

Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê

Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Derveyî Welat Tuncay Yilmaz behsa atmosfera hilbijartina li wir kir.

Tuncay Yilmaz diyar kir li Ewropa vê carê beşdariya hilbijartinê ji cara ewil zêdetir e û got: “Ev hilbijartina dîktatorî û demokrasiyê ye.”

Yilmaz anî ziman gel li dijî dîktatoriyê berê xwe dide sindoqan û wiha got: Hilbijêr vê carê ne bi tena serê xwe diçin ser sindoqan, hilbijêr vê carê bo xwerexne bikin çend hilbijêran jî hildidin cem xwe û diçin ser sindoqan.

Em dixwazin ku dengên li derveyî welat û dengên li Tirkiyê tên dayîn bên parastin.

Ji bo heta sibê em bang li hemû hilbijêran dikin ku biçin ser sindoqan.”

Li Îngilistanê hilbijartin: Teqez ev rejîm wê têk biçe!

Li Îngilistanê jî kar û barên dengdayînê li bajarên London, Manchester û bajarê Edînbûrgh ê Skoçyayê dewam dikin.

Bi taybetî li Londonê gel ber bi sindoqan ve diherike û di sê rojên ewil de eleqeyeke zêde hat nîşandan.

Di sê rojên destpêkê de li Îngilistanê bi giştî 53 hezar û 380 deng hatin bikaranîn.

Li Îngilistanê hejmara giştî ya hilbijêran zêdeyî 127 hezaran e.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Îngilistanê jî, li ber avahiyên saziyan bi otobus û mînîbusan gel dibe ser sindoqan.

Hilbijêr baweriya xwe ya wê rejîma heyî bê guhertin radigihînin û dibêjin:

“Hêviya me mezin e. Berxwedana me mezin e. Em ê li ber xwe bidin û teqez ev rejîm wê têk biçe.”

Sînan Ogan ragihand ku dê di tûra 2. de piştgiriya Erdogan bike

Back to top button