2 malbatên welatparêz ên Minbicê, zarokên xwe diyarî dan Tevgera Azadiyê.
Bi alên Partîya Karekerên Kurdistan (PKK) û Alên Rêber Apo û bi beşdarbûna bi dehan ciwan û jinên ciwan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrîyê û Yekîtîya Jinên Ciwan, malbat pêşwazî kirin.
Li ser navê ciwanan Ehmed axivî û got: “Gelê Minbicê û ciwanên Minbicê bi têkoşîna Rêber APO ku zêdetirî 25 salan e li Îmraliyê ye dizane û dibîne.
Îro 2 malbatên Minbicê rê nîşanî zarokên xwe dikin ku li çiyayên azadiyê li eniyên şeref, berxwedan û rûmetê bibin têkoşer.”
Axaftin bi siloganên ” Bi Can Bi Xwîn Em bi te re ne Ey Gerîlla” û ” Bê Serok Jîyan Nabê ” Bi dawî bû.