NY: DI DEMEKE NÊZ DE KOMÎTEYA LÊPIRSÎNA DER BARÊ ÊRÎŞÊN RÛSYAYÊ TÊ RAGIHANDIN

Sekretêrê giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir ku komîteya lêpirsîna derbarê êrîşên esmanî yên Rûsyayê li Idlibê piştî heftiyeke din dest bi xebatan dike.

Antonio Guterres di kongirekê rojnamevanî de ragihand ku, di demeke nêz de Komîteya Lêpirsîna der barê êrîşên esmanî yên Rûsyayê li Idlibê tê ragihandin.

Guterres destnîşan kir ku piştî ragihandina Komîteyê bi hefteyekê wê komîte dest bi karên lêpirsînê bike.

Guterres da xuyakirin ku karên vê komîteyê lêpirsîna der barê armancgirtina balfirên şer ên Rûsyayê ji herêmên sivîlan û navendên tenduristî re.

Meha bûrî NY daxwaza avakirina komîteyeke lêpirsînê derbarê bombebarankirên herêmin sivîl li gundewarê Hema û Idlibê kir.

Gelek caran Rûsya bi êrîşên asîmanî li dijî saziyên sivîl û tenduristê ji aliyê endamên NY ve hatiye tawanbarkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button