”JINÊN DAIŞÎ NE TENÊ BÛK IN, ROLA WAN JI WIHA XETERTIR E”

”Jinên DAIŞÎ ne tenê bûk in, lê belê rola wan ji wiha xetertir e”
Bi vê sernavê Koma Globisk ku navenda wê li Silovakiyayê ye raporek der barê xeteriya jinên DAIŞ’î de weşand.
Di raporê de bal li ser xeteriya jinên DAIŞÎ tê kişandin û mîna gefeke mezin tên binavkirin.
Jixwe bûyerên ku vê dawiyê li Kampa Holê rû dan jî naveroka vê raporê piştrast dike.
Ku herî dawî careke din jineke DAIŞÎ hewil da ku ciwanekî Iraqî bikuje.

Gelek kes bi çavekî piçûk li jinên DAIŞî dinêhirin û wan tenê weke bûk anku hevjînên çeteyên DAIŞ’ê dibînin.

Lê Koma Globisk ku navenda wê li Silovakiyayê ye bi raporekê ev nêrîn şaş derxiste holê..

Bi serenavê ”Jinên DAIŞÎ ne tenê bûk in, lê belê rola wan ji wiha xetertir e” Koma Globisk raporek weşand.

Di raporê de xeteriya jinên DAIŞî li ber çavan tê raxistin û tê tekezkirin ku eger çeteyên DAIŞ’ê li ser lingên xwe bimînin, wê bi sedema van jinên DAIŞî bin.

Li gorî raporê:

Sala 2015an û piştî lêpirsîneke der barê 326 jinên DAIŞî yên Ewropî ku hatibûn girtin an koçkirin an jî kuştin hat xuyakirin ku piraniya wan xwedî xeteriyeke mezin in û êdî bûne gef.

Di encama lêkolîn û lêpirsînê de 43 jin hebûn ku planên êrîşên xwekujîyê, tevlîkirina jinana nava DAIŞ’ê û propagendakirina fikrên DAIŞ’ê dikirin.

Raporê bal kişande ser hewildana teqîna Katidraiya Notirdam ku beriya 3 sala li Parîsê ji aliyê jneke DAIŞÎ ve hatibû hewil dan û tekez kir ku ew jin ji jinên DAIŞ’ê yên ku hatibûn berdan bû.

Jixwe nêrîna vê raporê ne dûrî nûrînê raydarên Bakur ûRojhilatê Sûrî der barê van jinên DAIŞÎ de ye.

Rayedarên bakur û rojhilatê Sûrî gelek caran jinên DAIŞÎ yên li kampa Holê weke bomebeya li ber teqînê bi nav kirine.

Beriya çend rojan 2 jinên DAIŞ’î hewl dan ku ciwanekî Iraqî bikujin.

Beriya wê jî dîsa ciwanekî Iraqî di hundirê konê xwe de bi amûreke hişk hatibû kuştin.

Beriya wê jî gelek bûyerên bi vî rengî li Kampê rû dane.

 

 

Leave a Reply

Back to top button