QSD: Îdiayên têkildarê şehadeta 12 şervanên me ne rastin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD, îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 12 şervanên wan derewandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Li gorî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, hêzên me di 11’ê Hizêranê de li rojavayê Firatê li dijî baregeheke wan çalakî li dar xistiye.

Wezareta Tirkiyê dibêje ku bi bersivdana wan 12 şervanên me hatine şehîdkirin.

Ev îdia ne rast e.

Back to top button