Ji bo vegera Sûriyê nava komkara Erebî, Rûya Insiyatîfek sêalî pêşkêş kir.
Serokê Komîteya Lihevanînê yê Meclisa Doma Rûsî Lîywind Silotiskî insiyatefek parlamanî sêalî ji Rûsya , Misir û Sûriyê re pêşkêş kir.
Rûsya ev pêşinyara xwe pêşkêşî Misirê kir û li gorî Rûsya ”pêwîstiya malbata Erebî îro roj bi Sûriyê heye”
Li gorî Rûsya wê der barê vê insiyatîfê wê komîteyên hikumetên hersê aliyan piştî 23 û 24’ê Cotmehê li hev bicivin.
Beriya niha Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukirî tekez kiribû ku ji bo vegera Sûriyê nava Komkara Erebî danûstandin navbera dewleteyên Erebî de hene.