QSD’ê Cejina Qurbanê li gelên Sûriyê pîroz kir

Bi boneya Cejna Qurbanê gelek peyam û daxuyanî hatin dayîn.
QSD’ê, TEV-DEM’ê û Kongra Star bi peyamên cuda cejna Qurbanê li tevahî gelê herêmê pîroz kirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi buneya cejna Qurbanê daxuyaniyek da.

QSD’ê cejna Qurbanê li gelên Sûriyê bi teybet gelên bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan, birîndar û leşkeran pîroz kir wiha got:

“Di van rojan de ji ber zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên me û gelê me, şahiya Cejna Qurbanê bi ser me de tê.

Ev yek ji bo bibîrxistinê ye ku parastina herêmê û hemû pêkhateyên wê di asta herî bilind de ye.

QSD’ê bang li gelên herêmê kir ku hevgirtin û yekîtiya xwe hîn zêdtir xurt bikin.

Dawiyê jî QSD’ê soza serkeftin û rêzgarkirina herêmên dagirkirî û têkbirina planên dagirkeran da.

​​​​​​​Kongra Star têkildarî cejnê peyamek da

Kongra Star jî bi heman boneyê peyamek da û weha got:

“Cejna Qurbanê di vê meha Hezîranê de ku meha şehîdan e, di serî de li Rêber Apo ,li giyanê şehîdan, li misilmanan û li hemû jinan pîroz dikin.

Kongra Star da zanîn ku ew di pêvajoyekê de ku her kes hêviya aştî û aramiyê dike, dagirkeriya dewleta Tirk di van rojên pîroz de êriş dike û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne.

Dawiya daxuyaniyê Kongra STAR ev tişt anî:

“Bi hêviya ku ev cejn bibe wesîleya azadiya rêber APO û pêkanîna aştî û aramiyê li tevahî herêm û Sûriyê.

Back to top button