Şandeyek Feransî serdan Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şanedeyek Feransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Şandeyê bi armaca xurtkirian têkiliyan bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.
Daîreya Derve 10 jin û 25 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê yên Feransî, radestî Şandeyê kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di çarçoveya tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û xurtkirina têkiliyên di navbera Feransa û Rêveberiya Xweser, Şandeyek Feransî serdana herêmê kir.

Şandeya Feransî ji Serokê navenda Kirîz û Awerte ya Wezareta Derve a Fransayê Stéphane Romatet Stîfên Romatiya pêk tê.

Şanedeyê serdan navendên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kir û bi Fermandaran re hevdîtin kir.

Şandeya Ferasî bi Dayîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser re civiya

Pişt re, Şandeya Feransî bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Şande ji aliyê Hevseroka Têkiliyên Derve Semer Ebudllah û cîgirê wê Fener El Giêt endamê desteya Rêveber Xalid Ibrahîm û li ser navê YPJ’ê Lana Husên ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê, her du aliyan li ser tekoşîna li dijî DAIŞ’ê, xurtkirina têkiliyên di navbera Rêveberiya Xwerser û Hikûmeta Feransayê di warê Leşkerî, Siyasî û Xizmetguzarî hate nîqaşkirin.

Hevseroka Têkiliyên Derve Semer Ebdullah di civînê de axivî û behsa êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê kir û wiha got:

“Dewleta Tirk rojan bi balafirên xwe yên bêmirov ên bi çek êrişî herêmê dike û di encamê de bi dehan sivîl, leşker û rêveber şehîd didin.

Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê têkoşîna hêzên leşkerî û Koalisyona Navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ’ê lawaz dike.”

Her wiha Semer Ebudllah balkişand li ser porjeyên çareseriya kirîza Sûrî yên Rêveberiya Xwesre li ser esasê diyaloga cidî û rasteqîne di navbera kes û rêxistinên Sûriyê yên welatparêz û demokrat de kir.

Di civîn de Serokê navenda Kirîz û Awerte ya Wezareta Derve a Ferasê Stéphane Romatet Stîfên Romatiya axivî û spasiya xebatên Rêveberiya Xweser li dijî DAIŞ’ê û dîtina çareseriyekê ji bo kirîza Sûriyê de kir.

Şandeya Fernsî 10 jin û 25 zarokên DAIŞ’ê ji Rêveberiya Xweser wergirt

Di dawiyê de, Stéphane Romatet Stîfên Romatiya piştgiriya xwe ji bo Rêveberiyê Xwerser ya Bakûr û Rojhilatê SÛriyê de kir.

Di dawiya civînê de, Rêveberiyê 10 jin û 25 zarok ji malbatên DAIŞ’ê yên Feransî bi belgeyek fermî radestî Şandeya Feransayê kir.

Back to top button