Li Ozbekistanê hilbijartina serokomariyê

Ji bo hilbijartina serokomarê xwe li Ozbekistanê, nêzî ji sedî 80 welatî çûn ser sindoqan.
Di encama hilbijartinê de, namzetek suprayz derneket.
Serokomarê berê Mîrzoyoyev wê 7 salên din jî li ser deshilatê bimîne.

Doh li Ozbekistanê piştî referandûma 30’ê Nîsanê ya guherîna destûra bingehîn hat qebûlkirin, hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê hatin kirin.

Di hilbijartinê de 4 namzedên ku ji aliyê 5 partiyên siyasî ve li Meclisa Zagonsaz, baskê jêrîn ê meclîsê hatine temsîlkirin, ketin pêşbaziyê.

Serokê Komisyona Navendî ya Hilbijartinan Zeyniddîn Nizamhocayev di civîna çapemeniyê de ragihand ku di hilbijartinên de,Serokomar Mîrziyoyev careke din bi wergirtina ji sedî 87.05’ê dengan hat hilbijartin.

Li Ozbekistanê Mîrziyoyev wê 7 salên din jî welat birêve bibe

Nîzamhocayev got,

“Li gorî qanûna hilbijartinê ya li welêt, namzedê ku ji nîvê zêdetir dengan bigire, wê weke serokomar bê hilbijartin.

Li gorî vê yekê Şevket Mîrziyoyev ê ji Partiya Lîberal a Demokratîk bû namzet, ji sedî 87,05’ê dengdêran bi dest xist û wek Serokomarê Ozbekistanê hat hilbijartin.”

Nîzamhocayev da zanîn ku hejmartina dengan bi dawî bûye û ev tişt anî ziman:

Li gorî vê yekê li seranserê welêt bi giştî 15 milyon û 651 hezar û 405 hilbijêran dengên xwe bikar anîne û ev jî ji sedî 79,88ê hejmara hilbijêrên qeydkirî ye.

Di hilbijartinan de namzetê Partiya Demokratîk a Gelan Ulugbek Înoyatov 4,02, Namzetê Partiya Ekolojiyê ya Ozbekistanê Abduşkur Hamzayev ji sedî 3,74 û namzetê Partiya Sosyal Demokrat a Edaletê Roba Mahmudova jî ji sedî 4,43 bi dest xistiye.

Li Ozbekistana ku nifûsa wê nêzî 36 mîlyon e, nêzî 20 mîlyon hilbijêrên qeydkirî hene.

Mîrziyoyev yê di hilbijartina 2021’an de ji sedî 80,1 deng girtibû, cara duyemîn bû serokomar.

Back to top button