Wezareta Parastinê ya Rûsya çekên ji Wagner girtî pêşan da

Rûsya her çiqasî di armanca xwe ya li Ukrayna de israr dike jî lê baş dizane karê wê zehmet e.
Bi lûtkeya dawî ya lîderên NATO re jî xuya kir ku wê welatên Rojavayî, Ukrayna bi hêsanî nekin qurbanî.
Lîderên Rojavayî li pey hev peyama piştevaniya leşkerî û aborî dan.
Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov jî got:
Dayîna balafirên F-16 bo Ukrayna wateya karanîna çekên nukleerî ye û wê encama vê felaket be.

Rûsya dema daxwazên xwe yên li Ukrayna dirêjtir kir.

Planên wê di nava demekê kin de encamên Moskow dixwaze bidest bixe, têk çûn.

Hemwextî vê, pirsgirêka bi Wagnerê re karê wê hîn zehmetir kir.

Girtina çekên koma Wagner nîşaneya herî berbiçav ya vê yekê ye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, çek û tankên Wagner ên ku radestî artêşa Rûsyayê kirine, pêşanda.

Wezaretê dîmenê van çekan jî parve kir.

Di vîdeoyê de tê dîtin ku leşkerên rûsî çekan, di nav de cebilxane, top, tank û wesayîtên zirxî werdigirin.

Damezrînerê şîrketa ewlekariya taybet a Rûsî Wagner Yevgeny Prigojin, di meha Hezîranê de li dijî rêveberiya Rûsyayê serhildanek da destpêkirin.

Ev hewldan bi destwerdana Serokê Belarûsê Aleksandr Lukashenko bi dawî bû.

Her çiqasî lîder û rêveberên Rûsya îdia dikin ku ev yek wê bandorê li ser şerê wan yê li Ukrayna neke jî hêza Wagner ya li Ukrayna ne mîna berê ye.

Lavrov: Dayîna F-16’an bo Ukrayna wê encamên felaketê bixwere bîne

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hişyarî da ku şandina balafirên şer ên F-16 ji aliyê Rojava ve bo Ukraynayê wê weke “gefeke nukleerî” were dîtin.

Lavrov got,

“Eger Ukrayna bibe xwedî van çekan, em ê bi di çarçoveya şerê nukleerî yê Rojava bi Rûsyayê re binirxînin.”

Wezîrê Rûs diyar kir ku Moskowayê di vê mijarê de hişyarî da DYA, Îngilîstan û Fransayê û ev tişt anî ziman:

“Amerîka û hevalbendên NATO’yê rasterast rîska şerê çekdarî bi Rûsyayê re diafirînin.

Ev yek dikare encamên xirab derxe holê.”

Pîlotên Ukrayna bo F-16’an tên perwerdekirin

Bername û hejmara radestkirina balafirên Amerîkî bo Ukraynayê nehat eşkere kirin.

Ji bo ku krîz zêde nebe, DYA’yê radestkirina F-16’ên Kîev demeke dirêj li ser israr dikir red kir.

Lê rêveberiya Waşingtonê di Gulana borî de çira kesk da ku balafirên şer bişîne wî welatî.

Di vê navberê de, Ukrayna ragihand ku ji bo perwerdekirina pîlotên xwe yên li ser balafirên F-16, “tîmek” ji 11 welatan ava kiriye.

Back to top button